Nihat Kavşut
13 Hezîran 2018•Rojanekirin: 14 Hezîran 2018
BAYBURT
Serokwezîr û Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê Bînalî Yildirim: "Niha dor dora Qendîlê ye... Em ê li wir jî serê komên terorê bipelçiqînin."
Yildirim li Qada Komarê di mitînga Bayburtê ya AK Partiyê da axivî.
Serokwezîr Yildirim destnîşan kir ku wê îro xîmên balafirgeha hevbeş ya Bayburt û Gumuşxaneyê daynin û got ku bila li ser xêrê be.
Serokwezîr û Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê Bînalî Yildirim destnîşan kir ku niha dor dora Qendîlê ye û wiha got: "Em ê li wir jî serê komên terorê bipelçiqînin."
Yildirim di xeberdana xwe da destnîşan kir ku îro Tunêlên Ovîtê ku xeyaleke 138 salî ye vedibin û wiha dewam kir: "Dirêjiya herduyan bi tevahî 28 kîlomêtro ye. Tirkiyeyê nikaribû kîlomêtroyek tunêl çeke, lê me di nav 15 salan da 400 kîlomêtro tunêl çêkirin. Dirêjiya tunêlên me gihîşt 400 kîlomêtroyî, lê derewên wan ji 500 kîlomêtroyî derbas bûn. Divê em li vir rast bibêjin, di vî warî da ji me derbastir kirine."