İbrahim Atmaca
13 Hezîran 2018•Rojanekirin: 14 Hezîran 2018
KARS
Wezîrê Gîhandin, Ragihandin û Behrevaniyê Ahmet Arslan ragihand, di navbera Tirkiye û Îranê da rêwîtiya bi trenê wê piştî Eyda Remezanê di 18ê hezîranê da dest pê bike.
Arslan li Gara Trenê ya Qersê pêşangeha bi sernava "Tam wê demê" ya Pêşbirka Wêneyan a Neteweyî ya Ekspresa Rojhilatê ya Turk Telekomê vekir.
Arslan di vekirina pêşangehê da axivî û diyar kir pêşangeh ji 42 wêneyên ku di guzegahên trena Ekspresa Rojhilatê da hatine kişandin pêk tê û got ku ev pêşangeh wê li bajarên din jî vebe.
Wezîr Arslan di axaftina xwe da mizgînî da ku di navbera Tirkiye û Îranê da rêwîtiya bi trenê wê piştî eydê dest pê bike û wiha dewam kir:
"Ekspresa Malatya û Elezîzê ji bo bajarên me girîng e û înşallah wê ji îro pê va dest bi xizmetê bike. Di navbera Îran û Tirkiyeyê da trenan bar dibir û dianî, lê birin û anîna rêwiyan tunebû. Nêzî 3 salan e ku trena navbera Tebrîz û Wanê sekinî ye. Rêwîtiya bi trenê wê piştî Eyda Remezanê di 18ê hezîranê da dest pê bike. Trena me ya ewil wê di 18ê hezîranê da ji Tebrîzê bi rê keve û were Wanê û roja din wê ji Wanê here Tebrîzê. Ev ji bo welatê me û herêma me girîng e. Ev trena me wê di hefteyê da du rojan ji Wanê here Tebrîzê û dîsa 2 rojan jî wê ji Tebrîzê were Wanê."