Haydar Şahin
27 Hezîran 2018•Rojanekirin: 27 Hezîran 2018
İZMİR
Serokwezîr Bînalî Yildirim got, "Birêz Serokomarê me e wê bi Birêz Devlet Bahçelî ra hevdîtinê bike. Ez ê jî beşdarî vê hevdîtinê bibim. Em ê pêvajoya li pêşiya xwe binirxînin."
Serokwezîr Yildirim li Mizgefta Beşîkçîoglu ya Basotanliyê beşdarî nimêja cinazeyê bavê Alpay Ozalanê li gor encamên neteqez wekî Parlementerê Îzmirê yê AK Partiyê hat hilbijartin bû.
Yidirim dema dikete mizgeftê pirsên rojnamevanan bersivand û diyar kir ku Bavê Alpay Ozlanê Parlementerê Îzmirê wefat kiriye û got: "Serê wan sax be. Xwedê wî hilde cineta xwe. Em ê ji vê derê derbasî Enqereyê bibin. Birêz Serokomarê me e wê bi Birêz Devlet Bahçelî ra hevdîtinê bike. Ez ê jî beşdarî wê hevdîtinê bibim. Em ê pêvajoya li pêşiya xwe binirxînin."
Serokwezîr Yildirim paşê ji bo nimeja cinaze derbasî Mizgefta Beşîkçioglu ya Bostanliyê bû.