Abdullah Tel
27 Hezîran 2018•Rojanekirin: 28 Hezîran 2018
TRABZON
Malbateke Iraqî ya ku ji dayik û 9 zarokên wê pêk tê ji ber şer û pevçûnên navxweyî ji welatê xwe derketine û niha li Trabzonê dijî.
Diya 9 zarokan Abtîsam Challoob Jumaah Al Saredî ya ku tevî zarokên xwe di maleke li Taxa Pazarkapi ya ser navçeya Ortahîsarê bi cih bû daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ji ber ku li Trabzonê dijîn gelek kêfxweş in.
Al Saredî ji ber ku bi tirkî nizane xeberda kurê wê yê 15 salî Eli Khalîd Al Rubaye tercûmaniya diya xwe kir û li ser navê wê diyar kir ku ew ji ber bûyerên li Iraqê qewimîn 3 sal û nîv berê hatin Tirkiyeyê.
Al Sarediyê destnîşan kir ku mêrê wê şofêrê texsiyê bû û wiha dewam kir: "Mêrê min bi salan e ku winda ye, heta niha ne cinazeyê wî û ne jî nîşaneyeke ji wî tu tişt negîştiye me. Sebiyek min jî di şer da mir. 5 zarokên min li vê derê diçin dibistanê û dudo jî dixebitin. Şaredarî û hin saziyên din alîkariya me dikin. Em ji ber ku li Tirkiyeyê dijîn kêfxweş in. Li vê derê herkes alî me dike."
- "Ez naxwazim careke din vegerim Iraqê"
Dayikê ragihand ku tevî zarokên xwe ew naxwazin qet vegerin Iraqê û wiha pê da çû: "Di şer da sebiyekî min ê 9 salî şehîd ket, çavên qîzeka min a 2 sal û nîvî bû kor bûn. Em dixwazin bibin welatiyên vê derê. Em li vê derê kêfxweş in û dixwazin hertim li vê derê bijîn."
Manar Al Rûbayeya 17 salî ku di şerê li Iraqê da çavekî wê kor bû jî got ku di dema şer da perçeyên bombeyeke ku teqiya li ser û çavên wê ketin û axaftina xwe wiha domand: "Piştî vê bûyerê çavê min êdî nedit û 5 caran emeliyat bûm. Ez pir li ber xwe dikevim."
Elî Al Rubayeyê 15 salî ku diçe dibistanê jî got ku ew herî zêde ji dersa matematîkê hez dike û pir dixwaze biçe zanîngehê.