15 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2018
DENÎZLÎ
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan diaxive
Serokomar Erdogan: "Her kes dibîne û qebûl dike ku Tirkiye pêş ketiye. Tenê partiya mixalefeta sereke li hember rastiyan kor, kerr û lal e. Wekî 14 hilbijartinên berê di 31ê Adarê da jî tenê projeyeke wan heye ku dixwazin AK Partî û Tayyîp Erdogan qirêj bikin, buxtanan li me bikin û êrîş bikin. Loma jî bi rêxistinên terorê ra hevkariyê dikin, berdevkiya derbeyê dikin, ji dinyayê ra giliyê Tirkiyeyê dikin û her cure kirêtiyê dikin."
"Îtibara teşkîlata me ya darazê ku ji wesayet û FETOyê hat paqijkirin, her diçe zêde dibe."
"Me bi MHPyê ra Îtifaqa Cumhur çêkir û em dikevin hilbijartinê. Bi MHPyê ra muşterekên me hene û loma jî me Îtifaqa Cumhur çêkir. Înşellah di 31ê Adarê da em ê bi hev ra serkeftina Îtifaqa Cumhur bibînin."
"Bi rêxistinên terorê ra hev himbêz kirine û dikevin hilbijartina 31ê Adarê. Di koalîsyona wan da partiya ber destê rêxistina terorê heye."
Di nav 10 salan da me ji bona 9 milyon welatiyên xwe kar peyda kir."
"(Bûyerên Geziyê) Cardin di nav haziriyê da ne. Hûn beredayî li bendê ne. Heger hûn tiştekî wisa bikin hûnê berdêla wê bidin."
"Derketine vedixwînin kuçe û kolanan. Ev çi hal e. Hela li vî bêexlaqî binihêrin. Jixwe daraza wê cewaba wan bide."
"Tu çi dikî, ev der Parîs e? Jixwe di bûyerên Geziyê û 15ê Tîrmehê da her kesî dersa xwe hilda."