Haydar Şahin
15 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2018
DIYARBAKIR
Li Exîla navçeya Diyarbekirê deriyê texliyeya avê ya bendavê ji bo texliyeya ava zêde hatibû vekirin û derî ji cî derketibû, piştî bûyerê texliyeya avê ya ji bendavê dewam dike.
Bendava Dicleyê ji ber barana gur zehf tijî bibû û ji bo texliyeya ava zêde deriyekî bendavê hatibû vekirin û di encamê da derî jiberda ketibû, hat ragihandin ku ji sedî 50yê 270 milyon mêtrekup avê vala bû û av hêdî bû.
Di bendava ku di saniyeyê da 500 mêtrekup av jê tê texliyekirin da piştî temamkirina texliyeyê ew ê deriyekî ji Bendava Ilisuyê bînin û di ciyê derî da bi cî bikin.
Wekî mayîn hat dîtin ku li Taxa Ferît Koşkê ya Yenîşehira navçeya navend hin makîne di binê avê da man.
Pireya Dehderî ya ji ber ku av bilind bibû ji çûyîn û hatinê ra hatibû girtin jî dîsa hat vekirin.
Welatiyên pire ziyaret kirin ji xwe ra li ava Çemê Dicleyê ya ku bilind bibû û doxa çêm ya fireh bibû mêze kirin û wêne kişandin.
Ekîbên AFADê ji bo rewşeke nebaş dernekeve holê her tim amade ne.
Li Exîla navçeya Diyarbekirê di 13ê berfanbarê da ji ber barana gur deriyê Bendava Dîcleyê jiberda ketibû û ava çêm bilind bibû.