06 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2017
ANKARA
Wezîrê YEyê û Sermizakerevan Çelîk der heqê biryara ku li Lijneya Giştî ya Parlementoya Ewropayê der barê Tirkiyeyê da hat dayîn, wiha got, "Di vê raporê da helwestên siyasî yên yekalî yên hin welatan bi mantiqa hevpeymanekê cih girtiye. Ev rapor, raporeke sabotajê ye, ji hevkariyê dûr e, armanca wê sabotekirina peywendiyan e. Ji ber hindê em rapora Parlementoya Ewropayê mîna herdu salên borî îsal jî tune dihesibînin. Dema rapor gihîşt ber destê me, emê bi tu awayî nenirxînin û herwiha dê bêyî tu guhertin were îadekirin."