12 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ser têlefonê digel Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn xeberda.
Di axaftinê da peywendiyên dualî û mijara Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin.
Herdu lîder herwiha li ser mijara li seranserê Sûriyeyê bicihanîna agirbestê axivîn û der heqê pêvajoya Astanayê da agahî dan hevdu.
Di hevdîtinê de Serokomar Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn biryardariya xwe ya di mijara normalîzekirina têkiliyên navbera her du welatan de cardin anîn ziman û li ser civîna Konseya Hevkariyê ya Payebilind a Tirkiye-Rûsyayê ku tê plankirin di meha adarê de li Rûsyayê bê kirin axivîn.