Elif Orhan
15 Îlon 2016•Rojanekirin: 16 Îlon 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan malbatên kesên ku di dema teşebûsa derbeyê ya 15ê temûzê ya mensûbên Rêxistina Terorê ya Fethullahî (FETO) de şehîd ketin, ziyaret kir.
Erdogan di roja dawîn a Cejna Qurbanê de ji bo ku xizmên şehîdan ziyaret bike û cejna wan pîroz bike bi xanima xwe Emîne Erdogan re ji Koşka Tarabyayê derket.
Serokomar Erdogan pêşî malbata Mustafa Kaymakçiyê peywirdarê ewlehiya taybet ê 37 salî yê ku di dema teşebûsa derbeyê ya 15ê temûzê de li Pireya Bogazîçiyê şehîd ket, a ku li Uskudarê rûdinin ziyaret kir.
Erdogan ji wir derbasî Çamlicayê bû û malbata Salîh Alişkanê 47 salî yê ku dîsa li Pireya Bogazîçiyê şehîd ket ziyaret kir û sersaxî da wan.
Erdogan malbata Gokhan Esenê ku li Fabrîqeya Şekir a Kirikkaleyê dixebite yê 36 salî yê dema hewl dida ku li Çengelkoyê derbekeran asteng bike şehîd ket û Burak Canturkê xwendekarê pola 3yemîn ê Fakulteya Karsaziyê yê Zanîngeha Balikesîrê yê 23 salî yê ku li heman cihê şehîd ket ziyaret kir û sersaxî da wan.
Erdogan malbata Mustafa Cambazê Foto Nûçegihanê Rojnameya Yenîşafakê yê 53 salî yê ku li ber Qereqola Çengelkoyê şehîd ket ziyaret kir û sersaxî da wan û cejna wan pîroz kir.
Serokomar Erdogan di dema ziyaretan de silav da welatiyên ku hezkirina xwe nîşanê wî dan.
Di vê navberê de parêzvanên serokomariyê jî pêlîstok belavî zarokan kir.