15 Îlon 2016•Rojanekirin: 16 Îlon 2016
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim telefonê malbata Ahmet Budakê ku di Hilbijartina Giştî ya Parlementeran a 1ê sermaweza 2015an de ji AK Partiyê di rêza 1emîn de bibû namzed yê ku li Şemzînana navçeya Hekariyê di êrîşa terorîstên PKKyî ya li ber derê mala wî hatibû kuştin kir û sersaxî da wan.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên serokwezîriyê hatin bidestxistin Serokwezîr Yildirim di axaftinê de destnîşan kir ku PKKya rêxistina terorê ya qellaş û xaîn di cejnê de jî êrîşên xwe berdewam kirin û dê teqez hesaba vê yekê bê pirsîn.
Serokwezîr Yildirim diyar kir ku pirsgirêka kurdan a PKKya rêxistina terorê tune lê belê pirsgirêka welatiyên kurd a PKKyê heye û da zanîn ji bo ku vê pirsgirêkê ji holê rakin dê heta dawiyê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Yildirim sersaxî da malbat, xizmên Budak û teşkîlatên AK Partiyê.