Ekip
07 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2017
AFYONKARAHÎSAR
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan di vekirina Civîna Nirxandin û Şêwrê ya 26emîn da ku li Afyon NG Gural Termal Otêlê dest pê kir xeberda.
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da bal kişand ser talûkeyên dijî ewlehiya neteweyî û wiha got: "Li hundir û li derva kî ji bona dewleta me bibe talûke em ê ji wan ra nebêjin 'hûn bi xêr hatine.' Berevajiyê vê dema ketin nav hewldanê em ê bi ser wan da bigirin. Dema ev pêk were wê hingê em ê bibin Tirkiyeya xurt. Niha em gavên ji bo vê diavêjin û em ê biavêjin."
Erdogan der barê Kanal Stenbolê da wiha got: "Ji bo me Kanal Stenbol zehf girîng e. Li dinyayê Kanala Suweyşê çawa tê zanîn, Kanala Panamayê çawa tê zanîn, ya rastî ev welatan welatê ku bi me ra bên miqayesekirin nînin, em ê jî bi Kanal Stenbolê pergaleke teze bidin dinyayê. Înşallah em ê di demeke kin da gavên ji bo vê biavêjin."
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan bal kişand ser guherînên di partiyê da tên kirin û wiha peyivî: "Berxwedana li dijî guherînê tê meneya wekî meriv li hember pêlên avê soberiyê bike. Ji ber vê realîteyê jî ez dibêjim di teşkîlat û şaredariyên me da divê guherîn çêbe û cardin dibêjim. Bi wesîleya pêvajoya kongreyan em teşkîlatên xwe nû dikin. Niha jî em amadehiyan dikin heman gavan di şaredariyan da jî biavêjin. Ev terciha min nîne û partiya me ji ber xwe dernexistiye. Ya rast ev daxwaza gel e. Divê em ji mecbûrî bi îradeya xwe vê pêvajoya nûbûn û pêwîstiya guherînê bi cî bînin. Heger em vê nekin wê gel jî di sandoqê da vê guherînê bike. Divê em vê firsendê nedin û bi xwe çareser bikin."
Erdogan di berdewamiyê da wiha got: "Ji bo hin teşkîlatên me eger guherînek hewce bike, em ê helbet bikin. Ji bo vê eger hewce bike hin şaredarên me ku bêhna xwe vebikin, wê behna xwe vekin an jî wê wezîfeyeke din bikin. Em ê vê bi wan re bi mitabeqatekê bikin. Divê kes ji ber vî tiştî dilê xwe neke."
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan der barê referanduma li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) da wiha got: "Ez rasterast û bi eşkereyî dibêjim, hûn bi vî aqilî tevbigerin tu encam dernakeve. Tenê tiştek heye, divê tu vegerî noqteya ku jê derketî rê. Heger tu venegerî tu yê mehkûmî tenêtiyê bibî û tu yê hemû derfet û îmkanên di destê xwe da jî wenda bikî."
Serokomar Erdogan ji bona referanduma nemeşrû ya li HKIyê wiha dewam kir: "Kal û bavên me gotine 'Siwarê hespê xelkê zû peya dibe'. Kesên ku îro bi hespên xelkê va li pey xeyalên xwe yên ciwaniyê çargalavî diçin ew ê di demeke nêz da rastiya biêş bibînin. Ji bîr nekin ku tu kes di 16 saliya xwe da namîne. Ji ber vê ev jî wisa ye bi gotina 'xeyala 16 saliya min e' va meriv nikare bigihêje xeyala xwe. Hêviya me ew e ku hê dereng nebûye û berdêlên mezin nehatine dayîn em bigihêjin wê rojê."
Erdogan wiha axivî: "Wekî dinya diguhere eger Tirkiye cihê xwe de bisekine nabe. Ev ka çawa xelet e wekî Tirkiye diguhere, sekinandina AK Partiyê ya cihê xwe de jî wê hin xelet bibe. Ji serî de heta niha partiya me ji vê pêvajoya nûkirinê qet dûr neket. Îro axaftina me ya zêde ji ber şert û mercên Tirkiyeyê ne. Ji bîr nekin, rêyên zor û zehmet bi merivên westiyayî nayên meşîn."
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan wiha axivî: "Di edeba me ya siyasî da nêrîna 'wezife nayê xwestin, tê dayîn' heye. Yê bi sandoqê hatibe helbet wê bi sandoqê biçin lê ew pêvajoya heta sandoqê jî tu kes nikare piştguh bike, bila li qisûrê mêze nekin."
Erdogan der barê Îdlibê da wiha got: "Ew qada ku me li herêma xwe bi Hereketa Mertalê ya Feratê ji xwe ra vekir niha bi ewlehiya Îdlibê wê bibe gaveke nû ji bo hê xurtkirina vê em hewl didin. Niha îro li Îdlibê hereketeke cidî heye û wê ev dewam bike."
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan diyar kir li seranserê sînorê Sûriyeyê ji bo avakirina korîdoreke terorê tu carê destûrê nadin û wiha got: "Em nikarin ji wan xwîşk û birayên me yên ku ji Helebê reviyane û xwe spartine Îdlibê ra bibêjin 'dixwazin bijîn, dixwazin bimirin.' Em mecbûr in destê xwe dirêjî wan bikin. Niha jî ev gav hat avêtin û dewam jî dike. Li seranserê sînorê me yê Sûriyeyê ji bo avakirina korîdoreke terorê jî em tu carê destûrê nadin."
Erdogan piştî xeberdana xwe dema ji salonê derdiket pirsên rojnamevanan yên der barê rojevê da bersivand.
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan li ser pirsa rojnamevanan ya "Leşkerên Tirkiyeyê li Îdlibê ne?" wiha got: "Niha Artêşa Sûriyeya Azad dimeşîne, hê leşkerên me li wir nînin."
Erdogan der barê întiqala ji bona herêma bêpevçûn ya li Îdlibê û pirsa "Wê rêbazeke wekî operasyona Mertalê Feratê bê emilandin?" wiha got: "Wextê meriv bikeve boksê kulm nayên jimartin."