14 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim, li Îskîtlerê esnafê ku lastîkên wesayita difiroşin ziyaret kir.
Erdogan û Yildirim wexta ku ji Balafirgeha Esenbogayê vedigeriyan Kulliyeya Serokomariyê, komeke esnefan li ser rêya Îskîtlerê pankarta li ser "Birêz Reîs-î Cumhûr çay jî hazir e qehwe jî. Paşva gav neavêje" nivîsandî vekir. Serokomar li ser vê konvoy da sekinandin.
Erdogan û Yildirim bûn mêvanê esnafê ku lastîkên wesayita difiroşe. Erdogan û Yildirim li vir demeke bi xwedî kar û xebatkaran re sohbet kirin, gel hev çay vexwarin.
Erdogan û Yildirim pirsgirêkên esnafan guhdar kirin û paşê bi hev du re wêne girtin.
Herwiha di wê navê da Erdogan ji xebatkaran yek jî ji bo dev ji cixareyê berde îqna kir.