14 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2016
MUŞ
Di têlefona Ozcan A.yê ku ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê" hat girtin û tê gotin ku bi gelek êrîşên PKKê yên li Mûşê ra eleqeya wî heye da bernameya "ByLock"ê hat dîtin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlekariyê sitand, bi hinceta alîkirina rêxistina terorê li Ozcan A. digeriyan û dema ku li notereke Batmanê karek dikir hat girtin. Ji ber ku di êrîşa li Sulucaya gundê Mûşê aliyê terorîstan kiriye der heqê Ozcan A. da biryara lêgerînê hebû.
- Di têlefonê da ByLock hat dîtin
Ji bo lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Mûşê rêva dibe Ozcan A. anîn bajêr û di têlefona wî da ByLock hat dîtin.
Piştî îfadehildana li ewlekariyê Ozcan A. sewqî dadgehê kir û ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê" hat girtin.
- Waliyê Mûşê Yavuz daxuyanî da
Walî Serdar Yavuz der barê bûyerê da li ser hesabê xwe yê Twîtterê da got, "Hat tesbîtkirin ku endamê rêxistinê yê ku ji ber endamtiya PKKya rêxistina terorê hat girtin ByLock bi kar aniye. PKK, FETO ketine milê hev..."