18 Îlon 2016•Rojanekirin: 19 Îlon 2016
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim ji ber 19ê Îlonê Roja Xaziyan peyamek weşand. Yildirim got ji bo ku xazî li gor şan û şanaziya xwe jiyanekê bijîn, derfet û şertên ku heqê wan e bi dest bixin, gel jî dewlet jî wê hesas tevbigerin.
Yildirim got ji bo ku xazî li gor şan û şanaziya xwe jiyanekê bijîn, derfet û şertên ku heqê wan e bi dest bixin, gel jî dewlet jî wê hesas tevbigerin.
Serokwezîr Yildirim di peyama xwe de destnîşan kir ku şehidbûn û xazîbûn ji bo gelê tirk şerefa herî mezin e û wiha got: "Ev welatê bihûşt a ku ev hezar sale em di nav aştî, biratî û aramiyê de lê dijîn emaneta şehîd, xazî û hemû qehremanên me ye. Ji ber fedakariya wan a mezin em îro dikarin biewlehî dahatûyê binêhêrin. Piştî Serkeftina Sakaryayê Meclisa me nîşana "xazîyê" û rutbeya "mareşalê" dan Mustafa Kemal Paşa. Ev jî nîşan dide ku li ber çavê gelê me ew çiqas birêz in."
Yildirim ji ber salvegera nîşaneya "mareşal" û "xazî"yê ya ku dane Xazî Mustafa Kemal û Roja Xaziyan şehîd û xaziyan birêz bi bîr anî.