25 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2016
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê, li hember hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fethullahî (FETO) welatî di "nobeda demokrasiyê" da berdewam in.
Welatiyan alayên Tirkiyeyê hilgirtin û li Park Ormana navçeya Kayapinarê civiyan. Prof. Dr. Nîhat Hatîpoglu jî beşdarî nobedê bû û kevok firandin û ji bo Tirkiyeyê û cografyaya Îslamê due kir.
Hatipoglu di axaftina xwe da destnîşan kir ku FETO û PDYê ummet gelekî çewsandiye û got, "Me hemiyan ji destê vê saziya paralel zirar dît. Çimkî rêbazeke lewitandinê dişopînin, dixwazin hemî kesî lekedar bikin û kesî ewle nehêlin."
- "Ev xiyaneta ummetê ye, ne tiştekî din"
Hatîpoglu anî ziman ku 40 sal e hewla derbeyê tê plankirin û got, "Me bi mebesta ku Xwedê nas bikin, dîn hîn bibin, ji gunehan dûr bikevin me zarokên xwe şandin mektebên wan. Lê belê mixabin paş demekê bi tankan ajotin ser dê û bavên xwe. Ne carekê sed carê mixabin. Em heqê xwe û keda xwe li wan helal nakin, li wan heram be. Ev xiyaneta li ummetê ye, ne tiştekî din e."
- "Heger ji Tirkiyê derbas bin Mekke û Medîneyê ji dest biçin"
Hatîpoglu got yê ku siberojê tayîn bike, milet bixwe ye û dezgehên îstixbarata welatên dereke nikarin dahatûya Tirkiyê kifş bikin û wiha bal kişand:
"Heger şeva hewldana derbeyê xelk daneketa kolanan, li welat dê sêdar bihatana danîn. Dê bi hezaran însan înfaz bikirana. Dê lûleya çekan bidana ber eniyan û gule agir bikirana. Ji ber hindê bi rastî jî Xwedê ev milet ji mûsîbeteke mezin xilas kir. Taybetmendiyeke vê erdnîgariyê heye, heger ji Tirkiyê derbas bin, Mekke û Medîneyê ji dest biçin. Viya ji bîr mekin. Yên ku li ser Tirkiyê hesaba dikin, armanca wan bidestxistina Medîneyê û rûxandina Kabeyê ye. Xwedê bira fersendê nede van zaliman."
Hatîpoglu destê Saliha Gunduza 80 salî ya ku derket ser platformê maçî kir û paşê ji qadê veqetiya.
- Hewldana derbeyê neqş kirin
Di vê navberê da ji aliyê Serokatiya Baskê Ciwanan ê Parêzgeha Diyarbekirê yê AK Partiyê li Park Ormanê stand hat vekirin. Beşdarvanan hizr û serpêhatiyên xwe yên di şeva hewldana derbeya FETO da di deftera li standê da nivîsîn.