25 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2016
ŞANLIURFA
Li Sirûca navçeya Şanliûrfayê texsiya malbata ku ji dewatê vedigeriya û tirek li hev qelibîn û 7 kes mirin.
Li gor agahiya ku hat hildan, li navenda bajêr otomobîla ku Omer Kaya (50) diajot û plaqa wê 63 FE 321 e, ji dewata Halîl Kayayê ku Omer Kaya vedigeriya. Otomobîl li ser rêya Şanliûrfa-Sirûcê di kîlomêtroya 40emîn da li tira ku plaqa wê 63 PY 859 e û şofêrê wê Îbrahîm Devecî ye, qelibî.
Di qezayê da Kayayê şofêrê otomobîlê, jina wî ya Zelîha (48) û zorokên wî Ayşe (30), Bunyamîn (20), Recep (12), Îbrahîm (10) û Osman (7) Kaya mirin.
Hat gotin ku Kaya li navçeya Sirûcê taxa Cumhuriyetê melatî dikir û ji bo ku bighîje nimêja sibê bi lez û bez ji dewata kurê xwe bi şev vegeriyaye.
Halîl Kayayê kurê wî hê di şoqê da bû û daxuyanî da nûçegihanê AAyê. Kaya got ku ew şa û geş çûn û bi qezayeke fecî ra rû bi rû man.
Kaya li ber xwe diket û wiha got: "Me dewat kir û em vegeriyan malê. Em danîn malê. Me gotê 'neçe' lê got ku 'Ez ê ji bo nimêja sibê herim malê'. Demek şûnda min bihîst ku ew û tir li hev ketine, wefat kiriye."