15 Hezîran 2016•Rojanekirin: 16 Hezîran 2016
ANKARA
11 fezlekeyên der heqê Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş û Parlementerê Enqerê yê CHPê Levent Gok da gihîşt ber destê Serdozgeriya Komarê ya Enqerê.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê hilda, Wezareta Dadê ji dosyeyên ku ji Meclisê hatin şandin, 11 heb ji Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ra şandin.
Hat gotin ku dosye yên Kiliçdaroglu, Demirtaş û Gok in. Hat gotin ku li gor 299emîn xala Qanûna Cezayê Tirk "Heqaret li Serokomar kirine" û li gor xala 301emîn "Bi eşkere heqaret milletê tirk, Dewleta Komara Tirkiyê, Meclisa Millet a Mezin a Tirkiyê, Hikûmeta Komara Tirkiyê û dezgehên darazê yên dewletê kirin".
- Pêvajoya li dozgeriyan
Li serdozgeriyan ji bo her fezleyekê wê jêpirsîneke cihê dest pê bike. lêpirsînên ku dest pê bikin li gor hikmên Qanûna Dedgehên Cezayê û Qanûna Cezayê Tirk (CMK) wê bên birêvebirin. Parlementiya parlementerên ku parêzbendiya wan bê rakirin wê dewam bike. Ji ber çi îdiayê parêzbendî hatibe rakirin ew parlementer wê ji ber wê îdiayê bê darizandin.
Parlementerê ku der barê wî da îdianame hatibe amadekirin û doz lê hatibe vekirin wê bê darizandin. Doz der heqê kîjan sûcî da hatibe vekirin wê doz li wan dadgehên eleqedar dewam bike.
Betalbûna parlementeriyê di Makezagonê da bi sernava "Betalbûna Parlementeriyê" ya ku di xala 84an da hatiye verastkirin. Ji bo betalbûna parlementeriyê biryara teqez a dadgehê hewce dike û dema ew hikmê mehkumiyetê bigihije ber destê Lijneya Giştî ya Meclisê wê demê parlementerî jî betal dibe.
117 dosyayên der barê 57 parlementerên ku Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçeli û Hevserokên Giştî yên HDPyê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag jî di nav wan da hene şandibûn dozgeriyên ku lê hatibûn amadekirin.
- Pêvajoya der barê rakirina parêzbendiyê da
Piştî ku zagona der barê rakirina parêzbendiyê da di Rojnameya Fermî da hat weşandin û ket rewacê ji bo 152 parlementerên ku ji bo wan 799 fezleke hene pêvajoyeke teze dest pê dike.
Di dosyeyan da der barê 152 parlementerî da 799 fezleke hene. Ji bo rakirina parêzbendiyê yek jê Parlementera Serbixwe ya Enqereyê Aylîn Nazlikaya ji AK Partiyê 29, ji CHPyê 57, ji HDPyê 55 û ji MHPyê 10 bi tevahî 152 fezleke hene.
Di dosyeyan da ji bo HDP 511, ji bo CHP 211, ji bo AK Partiyê 50 û ji bo MHPyê jî 23 fezle hene. Der barê Parlementera Serbixawe Nazlikayayê da 5 fezleke hene. Wek mayîn dosyeyeke Nazlikaya tevî ya Parlementerê CHPyê yê Stenbolê Îlhan Cîhaner hatiye amadekirin.