15 Hezîran 2016•Rojanekirin: 16 Hezîran 2016
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê bi biryara dadgehê va seba Weqfa Perwerde, Çand û Tenduristiyê ya Îhtiyatê ku di xwe da Zanîngeha Selaheddîn Eyyûbî jî dihewîne, qayûm hat tayînkirin.
Li gorî agahiyê, Dadgeha Hiqûqa Esliye ya 1emîn a Diyarbekirê daxwaza Midûriyeta Giştî ya Weqfan ku dixwaze ji bo Weqfa Perwerde, Çand û Tenduristiyê ya Îhtiyatê ya ku avakarê Zanîngeha Selaheddîn Eyyûbî ye, qeyûm were tayînkirin, nirxand û biryara xwe da.
Dadgehê biryar da ku rêveberiya Weqfa Perwerde, Çand û Tenduristiyê wekî tevdîr ji wezîfê were dûrxistin, qeyûm were tayînkirin û bi awayê demkî endamên lijneya rêveberina weqfê ji wezîfê bên dûrxistin.
Heyeteke ku ji 4 kesan pêk tê tayînî weqfê kirin.