27 Sibat 2017•Rojanekirin: 27 Sibat 2017
MARDÎN
Li taxeke Artukluya navçeya Mêrdînê qedexeya derketina derva hat îlankirin.
Li gor daxuyaniya ku ji walîtiyê hat dayîn, li taxa Yardereyê ji bo berterefkirina mensûbên PKKya rêxistina terorê, xerabkirina sitargeh, parêzgeh û depoyên ku li gor nirxandinê terorîst bi kar tînin û ji bo girtina kesên ku biryara girtina wan heye operasyonê were kirin.
Li herêma ku operasyonê lê were kirin, ji bo ewlehiya can û malê welatiyan, li gor bendên Qanûna Îdareya Bajêr ku hejmara wê 5442 ye, di saet 06.30î pê va li taxa Yardereyê heta danezaneke duyemîn, derketina derva hat qedexekirin.