Önder Beyter
21 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2018
BATMAN
Fuara Pirtûkan a Batmanê ya 2yemîn vebû û herwiha Waliyê Batmanê Ahmet Denîz li merasîma vebûna fuara ku bi beşdariya 96 weşanxane û 75 nivîskarî va tê lidarxistin, axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê rêjeya xwendayan bi awayekî berbiçav zêde bûye.
Denîz di axaftina xwe ya li vê derê da bal kişand ku di serdema şaredariyên DBPyî da malên gel ên şaredariyê bûbûn bingehên hilberîna terorê û wiha dewam kir, "Piştî ku bi destê Wezareta Karên Navxweyî li van şaredariyan wekîl hatin tayînkirin, ev der bûn malên xwendin û zanînê."
Denîz bal kişand ku ew yek peywira wan e ku xizmeta herî baş pêşkêşî zarok û ciwanan bikin û wiha dewam kir, "Bira pirtûk bikevin destê zarokên me da ku hişê nedin kirêyê, bira xwe ji terorê dûr bixin. Ji ber ku berê rêxistinên terorê zihnê van zarokan qirêj kirin. Em ê rê nedin vê yekê."
Midûrê Giştî yê Pirtûkxane û Çapxaneyan ê Wezareta Çand û Turîzmê Hamdî Turşucu jî diyar kir ku di mijara pirtûkan da Tirkiye jî êdî bere bere tê rêzên pêşiyê.
Turşucu got ku di destpêka salên 2000î da hejmara kitabên ku dihatin çapkirin, 12 hezar û 580 bûn û wiha dewam kir, "Sala çûyî ev reqem derket 60 hezar û 335an. Li dinyayê em di rêza 10emîn da ne. Di warê piyaseya pirtûkan da jî em li dinyayê di rêza 11emîn da ne."
Turşucu herî dawî jî mizgîniya wê yekê da û got ku di maweya herî nêzîk da li Batmanê dê xîmê ewil ê pirtûkxaneya 4 qatî ku ji derva va dê wekî kitêbekî bixuyê, were danîn.
Piştî axaftinan fuar hat vekirin.