Muhammet Kurşun
12 Îlon 2017•Rojanekirin: 12 Îlon 2017
ANKARA
Cîgirê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bekir Bozdag, der barê referandûma serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê de got: "Fêdeya vê referandûmê ji Barzanî re tuneye. Fêdeya wê ji Kurdên li herêmê dijîn re jî tuneye. Fêdeyek ji welatên herêmê û xelkên herêmê re jî tuneye. Bangewaziya min ji Birêz Barzanî re betalkirina vê referandûmê ye."
Bozdag, piştî civîna Lijneya Wezîran a bi serokatiya Serokwezîr Bînalî Yildirim kom bû daxuyanî da û der barê rojevê de nirxandin kirin.
Berdevkê Hikûmetê li ser pirseke der barê referandûma Herêma Kurdistana Iraqê de diyar kir ku Tirkiye girêdayî yekparçeyiya axa Iraqê û yekîtiya vî welatî a siyasî ye.
Bozdag bal kişand ser wê yekê ku divê hikûmeta herêmî îxtilafên xwe yên digel hikûmeta navendî bi rêy diyalog û guftûgoyê çareser bike û wek Tirkiye dizanin ku li wê derê pirsgirêk hene, lê belê rêya çareseriyê axaftina bi hikûmeta navendî û lihevkirina dualî ye.
Bozdag got biryara referandûmê ya ku ji aliyê Barzanî ve hatiye wergirtin halê hazir nayê qebûlkirin û ji aliyê xelkên li herêmê dijîn jî nayê qebûlkirin.
Berdevkê Hikûmetê, bibîr anî ku Tirkmen û Erebên li herêmê beşdarî rapirsiyê nabin û ne tenê Kurd, kesên ji nijad û baweriyên cuda jî li wê herêmê dijîn.
Bozdag bal kişand ser wê yekê ku biryara referandûmê bi tena serê xwe nayê wergirtin û aramî, îstiqrar, ewlehî û aştiya herêmê û parastina van gelekî muhîm e.
Herwiha anî ziman ku Tirkiye alîgirê aramî, ewlehî, îqtiqrara herêmê ye ku berdewam be. Lê belê referandûm dê zirarê bigihîne van û de rewşene neewle derxîne holê û dê rê li ber wê yekê veke ku krîzên herêmî çêbibin.
Bozdag wiha axivî:
"Fêdeya vê referandûmê ji Barzanî re tuneye. Fêdeya wê ji Kurdên li herêmê dijîn re jî tuneye. Fêdeyek ji welatên herêmê û xelkên herêmê re jî tuneye. Bangewaziya min ji Birêz Barzanî re betalkirina vê referandûmê ye. Tu fêdeya vê referandûmê ji kesî re tuneye. Berî ku wext were, divê di ber çavan re derbas bikin û referandûmê betal bikin."
Herwiha bibîr anî ku Tirkiyê raya xwe ya der barê referandûmê de di asta herî bilind de diyar kiriye û wek Tirkiye dixwazin ku referandûm were betalkirin. Lewra ji bo aramî, aştî û îstiqrara herêmê ev şert e.