15 Îlon 2016•Rojanekirin: 16 Îlon 2016
MOSKOVA
Komeleya Operatorên Geştûguzarê yên Rûsyayê (ATOR) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku firên charterê yên ber bi Tirkiyeyê va wê bên kirin tijî bûne û hemû bilêt di demeke kurt da qediyane.
Daxuyaniyê da hat gotin ku li hin herêmên Rûsyayê daxwaz pir zêde bûn û ji bo çareserkirina wan jî firên zêde hatin eyarkirin.
Hat gotin ku firên charterê yên ber bi Tirkiyeyê va ji sedî sed tije bûne û hemû bilêt jî di demeke kurt da hatine firotin.
Fikr û ramanên rêvebirên şirketên geşritiyariyê yên Rûsyayê jî di daxuyaniyê da hat weşandin û rêveberan diyar kir ku geştiyarên ji bo tetîlê çûbûn Tirkiyeyê ji wê derê razî vegeriyan û heta niha der heqê tetîla li Tirkiyeyê da ji wan ra tu gilî û gazin nehat kirin.
Geşitiyarên Rûsî herî zêde pergala "her tişt tê da" ya li otêlên 5 stêrkî tercîh dikin û ji bo cotmehê ji sedî 20ê kotaya hatibû kifşkirin ji niha va hat firotin.
Hikûmeta Rûsyayê di 28ê tebaxê da ji bo rakirina qedexeya li ser firên charterê yên ber bi Tirkiyeyê va biryar da û qedexeyê betal kir.