15 Îlon 2016•Rojanekirin: 20 Îlon 2016
VAN
Li Saraya navçeya Wanê Yucel û Sînem Nama ku 4 sal in zewicîne û dixwestin zarokên wan çêbin, piştî 4 salan bûn xwediyê 4 zarokan.
Yucel Namê ku di karên înşeatê da dixebite daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku 4 sal in dixwazin ji wan ra zarok çêbe û wiha dewam kir: "Xwedê piştî 4 salan 4 zarok da û navên Demir, Derya, Defne û Defînê li wan kir."
Nam diyar kir ku bi çêbûna 4 zarokan kêfa wî 4 qat zêde bûye.
Nam destnîşan kir ku di dema welidînê da bijîşkên Navenda Tibê ya Dursun Odabaş a Zanîngeha Yuzuncu Yilê gelek alîkariya wî kirine.
- "Min tenê du dergûş sitendin"
Nam diyar kir ji ber ku 4 zarokên wî çêbûne û desteng e li mala bavê xwe dimîne û wiha got: "Min bi derfetên xwe 2 dergûş sitendin. Keçeke min jî di dergûşa min a zarokatiyê da ye. Ez dixwazin rayedar alîkariya min bikin."
Sînem Namê jî diyar kir ku gelek kêfxweş e ku piştî 4 salan 4 zarokên wê çêbûne û got ku di serî da gelek ecêbmayî maye.