Sevim Hatun
24 Nîsan 2016•Rojanekirin: 25 Nîsan 2016
KİLİS (AA) - Hat ragihandin ku Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan gava di civîna li Walîtiya Kilîsê da bû, guleya roketê ya hat tespîtkirin ku ji Sûriyeyê va hat agirkirin, li baxçeyê mizgefteke ku 100 metre dûrî walîtiyê ye ket, kesek mir, 10 kes birîndar bûn.
Li gor agahiya ku hat sitandin, gava Akdogan li avahiya Walîtiya Kilîsê di cîvînekê da bû, guleya roketê ya hat tespîtkirin ku ji Sûriyeyê va hat agirkirin, li baxçeyê mizgefteke ku 100 metre dûrî walîtiyê ye ket, kesek mir, 10 kes birîndar bûn..
Ekîbên 112 Servîsa Bilez birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê.
Piştî bûyerê ekîbên tenduristî û polêsan sewqî herêmê kirin. Ekîbên polêsan li herêmê tewdîr girtin.