04 Sibat 2018•Rojanekirin: 04 Sibat 2018
KILÎS
Artêşa Tirkiyeyê cihên ku esker di Operasyona Çiqlê Zeytûnê de lê şehîd ketine, yên di bin dagirkirina rêxistina terorê de ne bi topan va bombebaran dike.
Obusên Firtineyê yên li ser sînor, hedefên PYD/PKKya rêxistina terorê yên ku li herêma Çiyayê Darmikê tesbît kirine bombebaran dike.
Hedefên terorê yên li herêma tê bombebarankirin, hatin îmhakirin.
Li herêma ji şevê pê va dengê pevçûnan tê bihîstin.
Dû û dumana hedefên tên îmhekirin dikişe ji gundên Kilîsê yên li ser sînor ve tê dîtin.
- Hat ragihandin ku hejmara terorîstên ku ji destpêka Operasyona Çiqlê Zeytûnê heta niha hatine berterefkirin derket 932an.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji Sererkaniyê hat dayîn da hat gotin, ji bo ku li hidûd û herêmê ewlehî û îstiqrar bê bidestxistin, li herêma Efrînê ya li bakurê rojhilatê Sûriyeyê terorîstên endamên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞê bên berterefkirin, ji bo ku gelê herêmê ji zilm û tehdeya endamên rêxistina terorê xilas bibin 20ê kanûna paşîn di saet 17.00an de "Operasyona Çiqlê Zeytûnê" da destpêkirin û operasyon dewam dike. Di çarçoveya operasyonê da 5 hedefên ku wek sitargeh, parêzgeh, depoyên muhîmatê û kozikên çekan dihatin xebitandin, hatin îmhakirin.
Li gor daxuyaniyê jetên ku beşdarî operasyonê bûn, sax û silamet vegeriyan baregehên xwe. Li gor agahiya ku ji herêmê hat hildan, 35 mensûbên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞa rêxistina terorê hatin berterefkirin.
Ji destpêka operasyonê heta niha 932 terorîst hatine berterefkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku operasyon di çarçoveya mafên Tirkiyeyê yên ji hiqûqa navneteweyî derdikevin, mafê xweparastina meşrû ya ku di madeya 51emîn a peymana Neteweyên Yekbûyî û biryarên eleqedar ên KENYê yên der barê têkoşîna dijî terorê de bi rêzgirtina yekîtiya axa Sûriyeyê tê kirin.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku di dema plankirin û îcrakirina herekatê de tenê terorîst û sitargeh, hêwirgeh, kozik, çek, wesayît û amûrên wan hedef tên girtin, ji bo ku kesên sivîl/mesûm zirarê nebînin gelekî baldar in û hesasiyet nîşan didin.