Elif Orhan
07 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2015
HATAY
Herêmên Çiyayê Tirkmen û Cebel Ekrad ên li çolwara Lazqiyeya Sûriyê gelekî tên bombebarankirin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin yekîneyên rejima Esed bi piştgiriya jetên ûris êrîşî gundên tirkmenan dike û ev êrîş îro jî berdewam dikin.
Çavkaniyan dan zanîn ku dora Gîmam, Avanli, Firinlik û Kizildaga li herêmê ji bejayê û hewayê tên bombebarankirin.
Dan zanîn ku Cebel Ekrada ku nêzî Çiyayê Tirkmen e jî di bin bombebaranê de ye û dengê teqînan ji navçeya Yayladagiyê jî tê bihîstin.