19 Nîsan 2016•Rojanekirin: 20 Nîsan 2016
KILÎS
Ji 3 guleyên roketê yên ku ji Sûriyeyê hatin agirkirin yek jê ket ser banê xaniyekî, yek ket daşîra mizgeftekê û yek jî li ereziyê vala yê goristanê ket.
Li gor agahiya ku hat hildan, guleya roketê ya ku ji Sûriyeya lê şerê navxweyî dewam dike hat agirkirin, li ser banê xaniyekî li Taxa Helvaciogluyê da ket. Bi teqînê va êzingên li ser banê xanî şewitîn. Ekîbên agirkujiyê midaxaleyî agir kir.
5 deqîqe piştî vê 2 guleyên roketê yên din ji Sûriyeyê hatin agirkirin, ji van guleyan yek ket daşîra Mizgefta Bîlalê Hebeşî û ya din jî li beyara Goristana Kilîsê ket.
Li gor agahiya ewil 2 kes bi guleya roketê birîndar bûn.
Ekîbên polêsan li herêma lê gule ketin xwarê, tewdîrên ewlehiyê hildan.