İbrahim Atmaca
24 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2018
GAZÎANTEP
Hesen û Ranye Zerboya Sûriyeyî 5 sal berê ji ber şerê navxweyî yê li welatê xwe revîn û hatin Gazîentabê û li wê derê hesreta wan a zarokan a 12 salan bi çar zarokên hevalcêwî danî.
Li Gazîentabê zarokên hevalcêwî li nexweşxaneyeke taybet hatin dinyayê, doxtor û hemşîreyên ku pîrikatiya wan kir, navê xwe li zarokan kirin. Hulya, Ayşe, Meryem û Yagmur nêzî meh û nîvekê di kuvezê da man û him qenc bûn him jî gihîştin dê û bavê xwe.
Hesen û Ranye li navçeya Îslahiyeyê di maleke yekode da bi dergûşên xwe va dest bi jiyaneke nû kirin û ji aliyekî va kêfxweş in, ji aliyekî va wê çawa dergûşên xwe xwedî bikin, wê difikirin.
Ranye Zerboyê (34) daxuyanî da nûçegihana AAyê û got ku ew 12 sal e zewicî ye û ji ber ku canê xwe xelas bikin hatin Tirkiyeyê.
Zerboyê kêfxweşiya xwe anî ziman û got ku bi piştgiriya doxtorên Tirkiyeyê Xwedê 4 zarok bi hev ra nesîbê wan kir.
Zerboyê diyar kir ku hîseke pir ecêb e ku di carekê da çar zarokên meriv çêbin û wiha dewam kir: "Hêviya min nemabû ku zarokên min çêbin. Piştî tedawiyê 12 sal şûnda çar zarokên me yên hevalcêwî çêbûn. Ez ditirsim ku nikaribim wan xwedî bikim û têra wan bikim. Ez ji Tirkiyeyê pir hez dikim, lê min dixwast ku li Sûriyeyê bûma, lewra kesekî me li vê derê tuneye. Pêdiviya min bi piştgiriya madî û menewî heye. Karê mêrê min jî tuneye. Ez ji bo çar dergûşên xwe yên hevalcêwî ji Xwedê ra şikirdar im, lê em ê pir tengasiyê bikşînin."
Hesen Zerbo (37) jî ji ber ku 12 salan şûnda bûye bav, kêfxweşiya xwe anî ziman a wiha axivî: "Dema ku min bihîst çar dergûşên min ên hevalcêwî wê çêbin, ez şaş û metel mam û kelecanî bûm. Min nizanibû ez ê çi hîs bikim. Ez li Sûriyeyê di karê înşaetê da dixebitîm. Li vê derê di karên berwext da dixebitim. Ez nizanim ku ez ê wan çawa mezin bikim."
Kadrî Kamberê berpirsê beşa dergûşên ku nû hatine dinyayê ya Nexweşxaneya Akademiyê ku çar dergûşên hevalcêwî lê hatin dinyayê jî got ku dergûş di hefteya xwe ya 28an da hatin dinyayê û piştî pêvajoyeke zehmet û dijwar Hulya, Ayşe, Meryem û Yagmur qenc bûn.