13 Nîsan 2017•Rojanekirin: 13 Nîsan 2017
GAZÎANTEP
Li Gazîentebê li dijî firoşkerên hişbirê bi 250 polêsî danê sibehê operasyon hat kirin. Di operasyonê da 3 kes hatin binçavkirin.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna dijî Hişbirê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Gazîantebê, li taxa Hacibabaya navçeya Şehîtkamîlê, li ser 15 navnîşanên ku berê hatibûn diyarkirin, operasyon li dar xistin.
Di operasyonê da ekîbên hêzên çewîk tax ji çûnûhatinê re girtin û bi "lom" deriyên malan hatin vekirin.
Di operasyonê da bi seyê narkotîk di malan da lêgerîn hatin kirin û 5 kîlo esrar, demançeya hişkeber, mêzîna hesas, kêr û gelek fîşek hatin girtin. 3 gumanbar birin ewlehiyê.