Nihat Kavşut
13 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2018
KAYSERÎ
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Ji ber serkeftinên me yên însanî û stratejîk yên li Îdlibê hemû dinyayê em pîroz kirin. Mixalefeta sereke der barê vê mijarê da gotinek kir? Nabêje."
Erdogan li Meydana Komarê beşdarî merasima vekirina komî ya Kayseriyê bû û li vir xitabî gel kir.
Serokomar Erdogan diyar kir ji ber serkeftinên wan yên însanî û stratejîk yên li Îdlibê hemû dinyayê ew pîroz kirine û wiha got: "Mixalefeta sereke der barê vê mijarê da gotinek kir? Nabêje."
Erdogan diyar kir di 17 salên dawîn da li welatê wan serkeftina herî mezin ya partiya mixalefeta sereke ew e ku dibêje 'ji her malekê rayek' û partiya di xizmeta rêxistina cudakar da ye dike Meclisê.
Serokomar Erdogan destnîşan kir heger hin kes derkevin û kesên tevlî terorê bûne wek namzedên şaredariyê nîşan bidin, divê bizanibin ku li ciyên qeyûm hatin tayînkirin rêgeza wan çi be wê heman rêbazê di pergala hiqûqa Tirkan da jî bikin dewrê.
Erdogan bo hîseya CHPyê ya di Bankeya Îşê da wiha got: "Înşellah em ê ji Meclisê derxin û dewrî xezîneya Komara Tirkiyeyê bikin. Pêvajoyê dest pê kir, sererastkirin ew ê di demeke kin da ji Meclisê derbas bibe û Îş Bank jî ew ê vê bide xezîneya me."
Serokomar Erdogan di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got: "Ez zehf mereq dikim, di dozên ku min der barê Kiliçdaroglu da vekirin û qezenc kirin da pereyên hatin dayîn ji bêrîka Kiliçdaroglu derket yan ji kaseya CHPyê? Ez mereq dikim û bang dikim ku eşkere bikin."
Erdogan destnîşan kir îtibara CHPyê li cem hilbijêrên CHPyî jî nemaye û wiha dewam kir: "Yan ewê şêwaz û polîtîkayên xwe biguherînin û yan jî wê di nav refên bitoz ên arşîva siyasetê da cih bigirin."
Serokomar Erdogan diyar kir kesên di dilê vê çeteya îxanetê (FETO) da bûn û hetanî nika li ber edaletê hesab nedane bira nebêjin ku jê xilas bûn û wiha got: "Kesên ku di nav FETOyê da mane, hezkî bira bavê me, ewladê me û birayê me be, bira li qusûrê nenIhêrin, em ê wan biêşînin. Hiqûq çi be, em ê bikin."
Erdogan diyar kir îro nebe sibê lê rojekê miheqeq hemû xayîn wê hesabê xiyaneta xwe bidin.
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da balê kişand têkoşîna li dijî terorê û wiha axivî: "Ew li benda wê firsenda çalakiyê ne ku zirarê bidin welatê me. Bi îzna Xwedê em ê wê firsendê nedin wan. Em ê bermayiyên wan ên ku li welatê me mane jî di dema herî kurt da îmhe bikin."