29 Mijdar 2016•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2016
SÎÎRT
Ji ber ku li Sêrtê endamên PKKya Rêxistina terorê êrîşî xeta xazê ya BOTAŞê kirin, li Sêrt û navçeya Kurtalanê xaz hat birîn.
Endamên PKKyê êvarê bi teqemeniya ku bi destan hatiye çêkirin êrîşî xeta xazê kirin û ji ber vê jî welatiyên li Sêrt û Kurtalanê mexdûr bûn.
Piştî erîşê xeta xazê hat birîn û malbat zor û zehmetiyê dikşînin.
Tuncer Turksoy ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku ji ber sermayê perîşan bûne û wiha pê da çû: “Ew kesên ku bûne sedema birîna gaza sirûştî, em tundî wan şermezar dikin.”
Muhammed Furkan Guneş destnîşan kir ku zehmetiyê der barê germbûn û pijandina xwarinê dikişînin û got, “Em êrîşa li dijî xeta boruyê bi tundî şermezar û lanet dikin.”
Yek ji pîşekaran bi navê Salim Bilmez îfade kir ku di encama vê êrîşê da mexdûr bûne û hêvî kir ku di demeke kurt da kêşeya li ser boruyan çareser bibe.