05 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2017
ÎSTANBUL
Li Silivriya navçeya Stenbolê hin berşik ji ber gumana ku peywendiya wan bi êrîşa terorê ya li dijî klûbeke şevê ya li Ortakoyê heye, hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyê, ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê li ser îxbara ku li Selîmpaşayê di sîteyekê da hin kesên ku alîkarî dan êrîşkar û êrîşkar hewandin hene, dest bi operasyonê kirin. Herwiha cendirme û polêsên hêza taybet jî beşdarî operasyonê bûn.
Ekîban bi wesayîtên zirxpoş va dora sîteyê pêçan û ketina sîteyê girtin. Herwiha wekî tevdîr ambulans jî li ber sîteyê amade sekinîn.
Ekîb herwisa ketin hundirê sîteyê, lêgerîn kirin û hin kesên ku tê îdiakirin peywendiya wan bi êrîşa terorê ra heye binçav kirin. Eşkere bû ku yên hatin binçavkirin, ji Tirkistana rojhilatê ne.