05 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2017
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) li herêmên Avaşîn, Basyan û Zapê yên bakurê Iraqê li dijî rêxistina terorê PKKê operasyoneke hewayî kirin. Di operasyonê de 6 hedef hatin îmhekirin.
Li gor agahiya çavkaniyên ewlehiyê, Hêzên Çekdar ên Tirkan duh li herêmên Avaşîn, Basyan û Zapê yên bakurê Iraqê duh di saet navbera 18.59 û 19.18an de bi balafirên şer ve operasyona hewayî kirin.
Di operasyonê de 6 hedefên rêxistina terorê hatin îmhekirin.
Balafirên şer piştî operasyonê biewlehî vegeriyan baregehên xwe.