07 Îlon 2016•Rojanekirin: 13 Îlon 2016
BATMAN
Mîros Allaya 53 salî ya ku wek tûrîst ji Rûsyayç hat Batmanê bû misilman û navê xwe kir Ayşe.
Mîros Alla ji bo geştê hat Batmanê û bi saya endamên malbata Avcioglu îslamiyet nas kir. Allayê xwest ku bibe misilman û serî li Miftitiya Bajêr a Batmanê da. Li ser vê yekê li miftitiyê merasima îhtidayê hat lidarxistin. Alla li ber şahidan navê xwe kir Ayşe.
Wekîlê Miftiyê Bajêr Mahmut Erîn belgeya îhtidayê û meala rûsî ya Qur'ana Pîroz û ji weşanên Serokatiya Kar û Barên Diyanetê berhemên rûsî diyarî kir.
Allayê qal kir ji ber ku bû misilman serbilind e û got ku "Xwedê misilmaniyê nesîbê her kesê bike."
Wekîlê Miftiyê Bajêr ê Batmanê Mahmut Mahmut Erîn got ku Xwedê aramî û seadetê bide Ayşe Allayê.