Türkan Tosun
10 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2018
ANKARA
Piştî ku Sererkan Orgeneral Hulusî Akar bû Wezîrê Parastina Neteweyî, şûna wî Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Yaşar Guler wek Sererkan hat wezîfedarkirin.
Biryarên der barê wezîfedarkirina Fermandariya Hêzên Bejayî, Serokatiya 2yemîn a Sererkaniyê û Sererkaniyê da di Rojnameya Fermî da hatin weşandin.
Li gor van biryarên ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan îmze kir Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Yaşar Guler wek Sererkan hat wezîfedarkirin.
Orgeneral Umît Dundarê Serokê 2yemîn ê Sererkaniyê bû Fermandarê Hêzên Bejayî.
Korgeneral Metîn Gurakê Serokê Kurmay ê Fermandariya Hêzên Bejayî jî bû Serokê 2yemîn ê Sererkaniyê.