Haydar Şahin
09 Gulan 2018•Rojanekirin: 10 Gulan 2018
KARS
Muzeya Dîroka Perwerdeyê ya ku di banê Lîseya Anadoluyê ya Alparslan a 86 sal berê li Qersê hatibû avakirin hem dîrokê ronî dike hem jî ziyaretvanan derdixe rêwîtiya dîrokê.
Midûriyeta Giştî ya Dibistanan a Wezareta Perwerdeya Neteweyî proje da destpêkirin ku li lîseyên dîrokî muzeyên tê da amûrên perwerdeyê û pirtûkên dersan ên berê hene werin vekirin. Di vê çarçoveyê da Lîseya Anadoluyê ya Alparslan a li Qersê muze hat vekirin.
Ji vir demekê berê Muzeya Dîroka Perwerdeyê bi beşdariya Îsmet Yilmazê Wezîrê Perwerdeya Neteweyî û Ahmet Arslanê Wezîrê Gihandin Ragihandin û Behrevaniyê hat vekirin û li muzeyê amûr û objeyên wekî ewraq, dokuman, weşan, pirtûk, kovar û broşûran hene.
Li muzeya ku xwendekar û ziyaretvanan derdixe rêwîtiya dîrokê 160 berhem hene.
Ayhan Altunê Midûrê Lîseya Anadoluyê ya Alparslan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku xwendingeha wan di sala 1932yan da hatiye vekirin û lîseya herî kevn a Qersê ye.
Ayhan destnîşan kir ku xwendingeha wan di avahiyên cuda da xizmetê dide û ji serî hetanî nika her tim wargeha razanê ya xwendekaran jî xizmet daye û wiha pê da çû: "Ji avakirinê vir da lîseya me xwedî nasnameya xwendingeha herêmê ye ji ber vê jî gelek xwendekarên li Erzirom, Îdirî Erdexan, Artvîn û Agiriyê li vê derê xwendin."
Altun got ku gelek mamoste û xwendekar ji xwendingeha wan derketin û wiha axivî: "Di sala 1964an da di salvegera hatina Anadoluyê ya Siltan Alparslan da navê xwendingeha me wekî Lîseya Alparslan hat guherandin. Ji avakirinê vir da gelek mamosteyên ku di edebiyatê da tên naskirin li vê derê wezîfe kirin."
Ji gund û navçeyan amûr berhev kirin
Altun diyar kir ku di nav 6 mehan da ji naven, navçe û gundên Qersê 160 amûr berhev kirin û bi vî awayî muzeya xwe vekirin.
Midûr Altun destnîşan kir ku xwendekar eleqeyeke mezin nîşanî muzeyê didin û wiha pê da çû:
"Li muzeyê daktîlo, makîneya fotokopiyê, arşîvên berê, wêne, amûrên destan hatine çêkirin, nexşeyên ji alçiyê hatine çêkirin û gelek amûr hene. Hemûyên wan di perwerdeyê da hatine bikaranîn. Kesên li muzeya me digerin amûrên perwerdeyê dibînin, mamostejî der barê amûran da agahiyan didin wan."