Ahmet Aydın
25 Îlon 2017•Rojanekirin: 26 Îlon 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand di fikarê de ne ku ew referandûma ku tevî hemî bertekan hat lidarxistin bibe sedema bêîstiqrarkirina herêmê.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYê Stephane Dujarric, di birifînga xwe ya rojane de anî ziman ku Sekreterê Giştî Antonio Guterres rêzê li serwerî û yekparçeyiya Iraqê re digire.
Dujarric dubare kir ku pêwîste hemî pirsgirêkên di navbera Hikûmeta navendî û Herêma Kurdistana Iraqê de bi diyalogê bên çareserkirin û got, "Sekreterê Giştî di fikarê de ye ku ew referandûma HKIyê bibe sedema bêîstiqrariya herêmê."