14 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2016
BÎNGOL
Habîp Karakuzuyê ku ji gundê Încesuya Bîngolê piştî rêwîtiyeke dirêj pezê xwe dibe zozanê Kartala li Karliovayê ji pezê xwe ra him li bilûrê dixe û him jî diçêrîne.
Karakuzu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku wê 6 mehan li zozanan bimînin û got ku li zozanan ji xwe ra şîr û penêr çêdikin û debara xwe dikin.
- 6 mehan li zozanan dimînin
Karakuzu diyar kir ku havînê li zozanên Kartal, Şerefdîn û Bîngolê derbas dikin û wiha got: "Penêr û şîrê ku koçerên eşîra Berîtan çêdikin têra Tirkiyeyê dike. Em 7 malbat li zozanê Kartalê dimînin û pezê xwe diçêrînin."
Karakuzu diyar kir ku rêwîtiya ber bi zozanan va ku ji Încesuyê dest pê dike qederê 7 rojan dewam dike û wiha got: "Em 6 mehan li zozanan dimînin. Ji bo pêz zozan baş in. Cureyên giya zehf in û ev jî ji bo heywanan baş e."
- Ji pezê xwe ra li bilûrê dixe
Karakuzu diyar kir ku dema pezê xwe diçêrîne li bilûrê dixe û wiha got: "Pêz ji bilûrê fehm dikin. Dema bilûr lê dikeve pêz disekine. Dema em diçin li pey me tên û pêz û dibin û tînin."
Karakuzu diyar kir ku ji şivantiyê hez dike û got ku şivanek mehane 3 hezar û 600 lireyî qezenc dike.