Haydar Şahin
02 Adar 2018•Rojanekirin: 03 Adar 2018
ANKARA
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê di operasyonên ku li Enqere û Qonyayê kirin da ji 7 şikbarên ku hatibû tesbîtkirin endamê Nusraya rêxistina teorê ne û ji bo wan biryara binçavkirinê hatibû dayîn 5 kes derdest kirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê sitand, Ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Enqereye ji bo derdestkirina endamên Nusraya rêxistina terorê ev demek e di teqîbatê da bûn û operasyon dan destpêkirin. Ji 7 şikbarên ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der heqê wan da biryara binçavkirinê dabû 5 kes di operasyonên hemdem ên li Enqere û Qonyayê da hatin binçavkirin.
Di lêgerîna li navnîşanên şikbaran da dokumanên rêxistinê û amûrên dijîtal hatin girtin.
Ji bo jêpirsînê şikbar anîn Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Enqereyê.