11 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2015
ANKARA
Kesên ku di êrîşa terorê ya li Enqereyê de mirin, jê otopsiya 75 kesan hat temamkirin. Nasnameya 75 hat eşkerekirin û cinazeyê 15 kesan teslîmî malbatên wan kirin.
Cinazeyê kesên ku di êrîşê de mirin li Lijneya Tipê ya Adlî hatin otopsî kirin. Hat ragihandin ku cinazeyê 15 kesan teslîmî malbatên wan kirin.
Hat ragihandin ku cinazeyê din heta ku teslîmî malbatê wan bên kirin wê di morga Nexweşxaneya GATAyê, Nexweşxaneya Başkentê û Goristana Karşiyakayê de bimînin.
Malbatên cinazeyan li ber Lijneya Tipê ya Adlî disekinin ku heta cinazeyê wan bên teslîmkirin.
Hêyva Sor a Tirkan li ber lijneyê kon vegirt û betaniye û şorbe da malbatan.