11 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2016
STENBOL
Li Stenbolê bi operasyonekê, 5 gumanbarê ku tê îdiakirin endamê YDG-Ha baskê ciwanên PKKya rêxistina terorê ne, hatin binçavkirin.
Tîmên Midûriya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê yên Midûriya Ewlekariya Stenbolê, di çarçoveya xebata der barê agirberdanan da li seranserê wîlayetê, bi piştevaniya polêsên tevgera taybet, li dijî navnîşanên cihê cihê li Kagithanê û Eyupê hevwext operasyon li dar xist.
Di operasyonan da 5 gumanbarê ku tê îdiakirin endamê YDG-Ha baskê ciwanên PKKya rêxistina terorê ne, hatin binçavkirin.
Di lêgerînên navnîşanên gumanbaran da 2 çek û fîşekê wan çekan û gelek dokumentên rêxistinê hatin desteserkirin.
Hat ragihandin ku karûbarê ewlekariyê yên gumanbaran didomin û dibe ku di çarçoveya vê xebatê da binçavkirin zêde bibin.