13 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2018
ÎDLIB
Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê (TSK) çeperên rêxistina terorê PYD/PKKyê yên li Efrîna girêdayî parêzgeha Heleba Sûriyeyê da ber guleyên topxaneyan.
Dema Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kongreya Asayî ya 6emîn a AK Partiyê ya Parêzgeha Elazigê peyamên têkoşîna dijî rêxistina terorê ya li Sûriyeyê da, topxaneyên TSKyê jî çeperên rêxistinê yên li Efrînê dan ber guleyan.
Erdogan wiha xeberdabû, "Em bi operasyona Îdlibê va milê rojava yê vê korîdorê rûdixînin. Terorîstên li Efrînê heger teslîm nebin, emê wir jî di ser wan da hilweşînin, bira ev yek wiha bê zanîn."
Li gorî zanyariyên ku peyamnerên AAyê yên li Îdlibê radigihînin, yekîneyên topxaneyên TSKyê yên li navçeyên Hatayê Reyhanli û Kirikhanê û herwiha yên li herêma kêmkirina şer li Îdlibê, çeperên rêxistina terorê PYD/PKKyê yên li Efrînê dan ber guleyan.
Yekîneyên TSKyê ji nîvroyê pê va herî kêm 36 carî li dijî herêmên Efrînê Basûfan, Cinderes, Dêr Belit û Racoyê topxaneyên xwe agir kirin.