Türkan Tosun
04 Mijdar 2018•Rojanekirin: 07 Mijdar 2018
SÎÎRT
Gulsum Kayaya li Tîlloya navçeya Sêrtê dijî bi xebatên xwe va ji cotkarên jin ra dibe rêber.
Kaya li gundê Dereyamaçê dijî û bi salan e li ser erdekî 40 donimî cotkariya fistiq, tirî, hinar û hurmiyan dike û bi firotina wan debara xwe dike.
Kaya got diya wê nexweş e û ew bi bavê xwe ra diçe bax û baxçeya xwe û van fêkiyan berhev dike.
- "Ez ji hemû jinan ra pêşniyaz dikim, bila cotkariyê bikin"
Der barê xebat û cotkariyê da Kaya wiha axivî: "Ez pir kêfxweş im. Ez ji hemû jinan ra pêşniyaz dikim, bila cotkariyê bikin. Bila bi fistiq û tiriyan ra mijûl bibin. Dema min pir xweş derbas dibe, ji ber vê ez pir kêfxweş im û aram im. Roja ku ez neyêm nav bax û fistiqên xwe, bêhna min teng dibe."
- "Em piştgiriyê didin cotkarên jin"
Ergun Demirhanê Midûrê Bajêr ê Çandinî û Daristanê jî got ew 3 sal in piştgiriyê didin cotkarên jin û wiha axivî: "Wek berê ji vir pê va jî piştgiriya cotkarên jin wê bê kirin. Em rêzê nîşanî keda Gulsum Xanimê didin. Xebatkarên me yên teknîkê û hemû derfetên me yên midûriya bajêr a çandiniyê di bin emrê jinên cotkar ên jêhatî û hemû jinên din ên ku cotkariyê dikin de ne."