Türkan Tosun
04 Mijdar 2018•Rojanekirin: 06 Mijdar 2018
ŞIRNAK
Li Cizîra navçeya Şirnexê cara ewil defîleyek hat lidarxistin.
Şaredariya Cizirê li Stadyuma Hamît Ozalpê bi navê "Cizîr û Moda Tên Bal Hevdu" bernameyek li dar xist.
Qaymeqam û Wekîlê Şaredarê Cizîrê Faîk Arican di merasimê da axivî û got şaredarî li navçeyê bi tenê kar û barên av, avahî, rê û yên bi vî rengî nake.
Arican wiha axivî: "Ji bilî van xebatan em çalakiyên civakî, çandî, hunerî û sporê jî li dar dixin. Çalakiyên li Antalya, Îzmir û Stenbolê tên kirin em li vir jî dikin. Armanca me ew e ku navçeya me ya qedîm bi çalakiyên baş ve bê bibîranîn. Cil û bergên jinan ên ku hatine modernîzekirin em ji dîrokê hildin û bigîhînin heta roja me. Em wan li welatê me û heta wisa ku li dinyayê bidin nasîn."
Salih Sefînçê Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Cizîrê jî got ew kêfxweş in ku li navçeyê çalakiyên çandî çêdibin.
- "Înşallah Şirnex wê bibe paytexta aramiyê"
Serokê Bajêr ê Şirnexê yê AK Partiyê Îbrahîm Erkan jî got wek Şirnexî ewê destûrê nedin rêxistinên terorê aramiya wan xirab bikin û wiha axivî: "Emê destûrê nedin li Şirnexê aramî xirab bibe. Li hember kesên hewl didin aramiyê xirab bikin û qaşo dibêjin "biratî û azadî" êdî kes naxape. Înşallah Şirnex wê bibe paytexta aramiyê."
Piştî axaftinan kursiyerên Malên Çandê û Navenda Perwerdeya Gel cil û bergên ku Hafîze Ayika modavan e çêkirine pêşkeş kirin.
Piştî bernameyê hunermend Ferhat Goçer konserek da.