Türkan Tosun
07 Hezîran 2018•Rojanekirin: 07 Hezîran 2018
EDÎRNE/KIRKLARELÎ
Li ber deriyên sînor ên Kapikule, Îpsala û Derekoyê ji bo hilbijartinên giştî raydayînê dest pê kir.
Li ber deriyên sînor ên Trakyayê di peronan de sindoqên hilbijartinê hatin danîn, perdeyên wê li pişt wan ray bên dayîn hatin bicihkirin.
Suheyla Karaya ji Konyayê rê ketibû ku here Belçîkayê bû kesa ewil a ku li ber Deriyê Sînor ê Kapikuleyê ray da.
Kara got bila hilbijartin li ser xêrê be û wiha axivî: "Di saet 02.00an de em ji deriyê sînor derbas bûn. Lê ji bo raydayînê em li vir sekinîn. Raya ewil bû nesîbê min, ez pir kêfxweş im. Em welatê xwe hez dikin."
Li ber deriyên sînor ên Kapikuleyê 2, li Îpsala, Hamzabeylî û Derekoyê jî sindoqek hatine danîn ku welatiyên qeyda wan li dervayî welêt e rayên xwe bidin.
Rojên betlaneyê jî di nav de 24 saetan welatî wê bikaribin rayên xwe li ber deriyên sînor bi kar bînin.
Raydayîn wê di 24ê hezîranê di saet 17.00an de biqede.