23 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2016
DIYARBAKIR
Kamyoneta bombebarkirî ya ku endamên PKKya rêxistina terorê danîn ber Qereqola Cendirmeyan a Sînanê ya li Bismila navçeya Diyarbekirê hat îmhekirin.
Li gor agahiyan do di saet 23.00an da kamyoneteke ku ji Diyarbekirê ber bi Bismilê va dihat û 2 plaqeyên cuda pê va hebûn, kesekî ku nasnameya wî nayên zanîn danî ber Qereqola Cendirmeyan a Sînanê.
Leşker û gundparêzên di qereqolê da gule berdan kesê ku kamyonet hişt û reviya nav zeviya lazûtan.
Hat destnîşankirin ku ji bo qefaltina endamê rêxistinê operasyon dewam dike.
Tevdîrên ewlehiyê
Ekîban li dora kamyoneta ku li pêşiya wê pîlaqeya 06 E 3413 heye li paşiya wê jî pîlaqeya 21 BJ 064 heye tevdîrên ewlehiyê girtin.
Leşkerên di qereqolê da jî ji ber îhtimala teqînê birin herêma ewledar.
Ji ber kamyona bombebarkirî rêbeja Batman-Diyarbekirê qasî 5 saetan ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.
Komyenata dibe ku pîlaqeyên wê sexte ne bi wesayîtên bizirx va birin eraziyekî vala.
Li ser kamyonetê bi hûrgilî lêkolîn hatin kirin û paşê hat îmhekirin.
Der barê bûyerê da lêpirsîn dewam dike.