Ferizat Kaya
18 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2018
ÇANAKKALE
Keştiya leşkerî ya Ûris ji Tengava Çanakkaleyê bihurî.
Keştiya şer a bi navê "Admiral Grigoryeviç" ku nimroya bordaya wê "494" e, danê sibehê di saet 06.30an da ji hêla Behra Egeyê va kete gelî û di saet 08.45an da gihîşt Çanakkaleyê.
Ekîbên ewlekariya qeraxan eskortî ji keştiyê ra kirin û herwiha agahî nehat dayîn ka keştî ber bi kîjan bênderê va diçe.