Li gundê Behramkaleya ser navçeya Ayvacikê 99 qaçaxên ku hewl didan bi rêyên dereqanûnî derbasî Girava Midîliyê ya Yewnanistanê bibin, hatin girtin.
Ekîbên Fermandariya Cendermeyan a navçeyê li ser îxbarekî operasyon bir ser gundê Behramkaleyê.
Di operasyonê de 80 sûriyeyiyên ku xwe di nav darên zeytûnan de veşartibûn hatin girtin.
Ekîban di vê navberê de dîtin ku komeke qaçaxan jî li ser behrê ye.
Li ser vê ekîbên Fermandariya Ewlehiya Perava hatin cihê bûyerê û qaçaxên li ser behrê jî qefaltin.
19 kesên ku tê gotin ji Efxanistanê ne jî hatin girtin.
Qaçaxan piştî îfadedayînê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Ayvacikê.
99 kesên ku miemeleyên wan temam bûn, ji bo deresînorkirinê, birin Navenda Paşve Şandina Biyaniyan a Ayvacikê.