10 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2016
ANKARA
Li bakurê Sûriyeyê 10 kozikên DAEŞa rêxistina terorê yên ku xwe amade kiribûn êrîşî Tirkiyeyê bikin, bi obusên TSKyê û balafirên koalîsyonê ve hatin îmhekirin.
Li gor daxuyaniya Sererkaniyê duh hat tespîtkirin ku li bakurê Sûriyeyê li herêmên Baragîtah, Tel Ehmar û Şabaniyeyê kozikên DAEŞa rêxistina terorê xwe amade dikirin ku êrîşî Tirkiyeyê bikin. Li ser vê 10 kozikên rêxistinê bi obusên TSKyê û balafirên koalîsyonê ve hatin îmhekirin.
Li gor tespîtên ewil 8 endamên rêxistina terorê DAEŞê hatin kuştin û avahiyeke ku wek baregeh bi kar dianîn jî hat xirabkirin.
Ji hêla din li ser îstixbaratekê balafirên şer ên Fermandariya Hêzên Asîmanî li Mirgesav û Daglicaya Hekariyê operasyon kirin.
Di operasyonê de 7 kozikên rêxistina terorê PKKê hatin îmhekirin.
Balafirên şer piştî operasyonê biewlehî zivirîn baregehên xwe.