ekip
10 Hezîran 2017•Rojanekirin: 11 Hezîran 2017
DIYARBAKIR
Ji 2 leşkerên li Bekirhana beldeya Kozlixa navçeya Batmanê di êrîşa endamên PKKya rêxistina terorê ya li dijî qereqola cendirmeyan da birîndar bûbûn leşkerek li nexweşxaneya lê dihat dermankirin şehîd ket.
Li gor agahiyan leşkerê di êrîşa bi wesaîta bombebarkirî ya dijî Qereqola Cendirmeyan a Bekirhanê hat kirin da birîndar bûbû û li Nexweşxaneya Zanîngeha Dicleyê dihat dermankirin şehîd ket.
Hat diyarkirin li heman nexweşxaneyê dermankirina leşkerê din jî dewam dike.
Li Kozlixê du endamên PKKyê bi wesaîta dest danîbûn serê êrîşî wesaîteke taybet ya xizmê Serokê Şaredariya Kozlixê tê da bû kiribûn. Di êrîşê da mamosteyeke di wesaîteke din da bû hatibû kuştin û kesek jî birîndar bûbû.
Endamên rêxistinê li ber Qereqola Cendirmeyan a Bekirhanê rastî hêzên ewlehiyê hatibûn û guh nedabûn hişyariya hêzên ewlehiyê. Li ber qereqolê endamên rêxistinê wesaîta bombebarkirî teqandibûn û di êrîşê da 2 leşker û welatiyek birîndar bûbûn.
Wek mayîn endamekî rêxistinê jî hatibû kuştin.